Porosenko ferman da: Dest deynin ser Gazpromê

Porosenko ferman da: Dest deynin ser Gazpromê

Serokê dewleta Ûkraynayê Petro Poroşenko, bi sedema şîrketa Rûsyayê Gazpromê deynê şîrketa enerjiyê ya Ûkraynayê nedaye, wê dest deyne ser aqarên wê.

Poroşenko, di civîna konseya Netewî ya Parastinî de axifî û got ku Gazprom bi awayeka provakatîf xwe amade dike da biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî bicîh neyne. Poroşenko weha dewam kir:

“Eger Gazprom naxwaze bi awayeka medenî biryara dadgehê bîne cî, em ê wê demê, hemû alavên qanûnî yên Peymana New Yorkê bikarbînin. Qanûn û peymanên navdewletî hemû di leha Ûkrayna de ne.”

Poroşenko biryara  civîna temamê rêxistinên ku bi Gazpromê re li hev nakin da û got eger Gazprom vî pereyi nede, Naftogaz mecbûre temamê hebûnên Gazpromê weke rehîn bigre û van biryaran bicîh bîne. Hem got ku serweta wan têra wan heye.

Poroşenko wekî din jî sala borî bankayên Rûsyayê yên weka Sberbank, VTB, BM Bank, Prominvestbank û VS Bankê di welatê xwe de dorpêçan danîbû ser wan û got wê dorpêçê dirêj bike.

Dadgeha ku navenda wê li Stockholmê ye, Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî do biryara xwe dabû û di dawa navbera Gazprom û Naftogazê de, biryarê di leha Naftogazê de dabû. Dadgehê bi sedema ku Gazpromê berpirsiyariyên xwe li hemberê Naftogazê neaniye cîh, bi 2.56 mîlyar dolarî ceza kir û divê wî pereyi bide Naftgaza Ûkraynayê.

Gazpromê ragihandibû  ku ji îro pêde wê sewqiyata xazê bo Ûkraynayê bide rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin