PeyamaKurd - Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 7 zarok ku temenê wan kêmtir 5 salan e, bi vîrusa koronayê ketin.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Sine li Rojhilatê Kurdistanê, Îbrahîm Qadirî ragihand ku li nav sînorê parêzgehê 7 zarok ku temenê wan ji 5 salan kêmtir e û 3 ji wan zarokan jî bebek in û temenê wan kêmtir ji mehekê ye, bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine.
Îbrahîm Qadirî got, heta niha ciwanekî 13 salî li parêzgeha Sine ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku heta niha ti zaroka li bin 5 saliyê li parêzgehê nemiriye.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Sine bal kişand ser zêdebûna rêjeya qurbaniyên vîrusa koronayê li wê parêzgeha Sine kir û got, eger xelk pabendî rênimayiyên tendirustiyê û xweparastina ji koronayê nebin, dê heta 10 rojên din pêla duyem a belavbûna vîrusê li parêzgehê dest pê bike.
Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê heta niha 96 kes ji koronayê jiyana xwe ji dest dane û 836 kes jî pê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin