Galbraith: Zû yan jî dereng wê Kurdistan serbixwe bibe

Galbraith: Zû yan jî dereng wê Kurdistan serbixwe bibe

PeyamaKurd – Dr. Peter Galbraith ku niha mamosteyê li Zanîngeha Pensilvanya, demeke zêde li Wezareta Derve yê Amerîka kar kiriye. Di hevpeyvînekê de behsa paşeroja Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: Rewşa Kurdistanê ya li piştî referandumê de ez bawerim pêşveçûn pêk nehatiye, lê belê daxwaza piraniya xelkê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, sar nebûye. Bi raya min dereng yan zû serbixweyî wê pêk bê.

Dr. Peter Galbraith piştî rûxana Yekîtiya Sovyetê, Balyozê Amerîka bû li Kirwatya(Hirvatîstan)ê.

Hevkariyeke zêde serkirdeyên Kurd kiriye û rêya Wezareta Derve ji bo wan vekiriye. Herwiha kar li ser veguhestin parastina sedan hezar ton belgenameyên rejîma Iraqê yên li ser Kurdan ya li piştî raperîna 1991 kiriye. Di dema nivîsîna destûra Iraqê de Şêwirmendê tîma Kurdistanê bûye.

Di hevpeyvînekê de behsa paşeroja Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: Rewşa Kurdistanê ya li piştî referandumê de ez bawerim pêşveçûn pêk nehatiye, lê belê daxwaza piraniya xelkê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê sar nebûye. Bi raya min dereng yan zû serbixweyî wê pêk bê.

Dr Peter Galbraith dibêje: Eger bereyeke yekgirtiya Kurd li 2017 de hebûya niha Kurdistan serbixwe bû. Gotineke navûdeng heye dibêje: ”Ji bilî çiyayan dostê Kurdan tüne ye” ez her dem çend gotinan li ser vê risteyê zêde dikim û dibêjim, dijminê Kurdan gelek in û xeraptirînê wan jî Kurd e. Kurdistan ji ber nakokiyên di navbera partiyên Kurdan de li ber ziyanek zede ketiye. Herwiha ji ber wê ku amade ne qurbanî bi berjewendiya niştimanî bidin bi navê berjewendiyeke siyasiya demkî. Ev bi başî di meha Cotmeha 2017an de me dît. Eger bereyekî yekgirtî hebûya ez bawer im Herêma Kurdistanê dikarîbû berevaniya Kerkûk û wan navçeyan bike. Eger yekgirtîbûya renge niha Kurdistan serbixwe bû. Bi nêrîna min ew e kêşe. Dibînim ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Wezîr Mesrûr Barzanî hewl didin wan nakokiyan kêm bikin bi rêya hevdîtinên li gel serkirdeyên YNKê ve.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin