Gelek kewan berdan der û dora kela Ravandayê

Gelek kewan berdan der û dora kela Ravandayê

PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê bi sedema têkoşîna bi ajalên zerar didin xwezayê û ji bo mêzêna ekolojik ya xwezayê, kewan berdan der û dora Kela Ravandayê.

Koordînasyona berdana kewan ya dora kelê, bi din rêvebiriya parastina xwezayê û rêvebiriya giştî ya parkan ya giştî ya Tirkiyê ya beşa Kilisê de hat kirin.

Di bernamê de parêzgerê bajarê Kîlîsê Ömer Kalaylı, cîgirê wî Okan Dağlı, rêvebirê herêmê ya parastina xwezayê û parkên netewî Mustafa Gözel û rayedarên din jî hebûn.

Bi berdana kewan re armanc ew e ku li deverê gen û kimilên hene û ajalên weka wan yên zerarê didin çandiniyê, ji bo têkoşîna bi wan re ye û ji bo di xwezayê de mêzênkî peyda bibe.

Kela Ravandayê ji bajarê Kîlîsê 12 km dûre û dora wê bi temamî araziyên çandiniyê ne.