Geştên asmanî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin

Geştên asmanî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin

PeyamaKurd - Kompaniyên balafirvaniyê yên Tirkiyeyê ku ji ber êrîşên moşek û dronan geştên xwe yên ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve bi awayekî demkî rawestandibûn, careke din dest bi geştên xwe asayî kirin.

Rayedarekî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ragihand ku piştî sekinandina ji 17ê Tîrmehê vir ve, îro du kompaniyên Tirkiyeyê geştên xwe yên ber bi Hewlêrê ve pêk anîne.

Di heman demê de li gorî amarên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, balafira Pegasusê ya Stenbol-Silêmaniyê Saet 06:50yî li Silêmaniyê daket û li saet 08:02yan jî vegerya Stenbolê.

Sedemên rawestandinê û xebatên berdewam

Ev biryara rawestandinê ku ji ber êrîşên Îranê ji aliyê THY, Pegasus û AJETê ve hatibû girtin, bi nirxandina rewşa ewlehiyê û qada asmanî ya Iraqê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hat nûkirin.

Di vê pêvajoyê de geştên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ji aliyê kompanyayên Fly Erbil û Iraqi Airwaysê ve bê navber berdewam dikirin.