Girê Metrab dîroka 6 hezar salî ya Kurdistanê derxist holê

Girê Metrab dîroka 6 hezar salî ya Kurdistanê derxist holê

PeyamaKurd - Rêveberê Şûnwar û Kelepûra Hewlêrê Nadir Babekir ragihand ku pêgeha şûnwarî ya "Girê Metrab" ku rûbera wê nêzîkî 20 hektaran e, nexşeya dîrokî û şaristaniya Bakurê Mezopotamya û Kurdistanê diguherîne.

Xebatên kolanê yên sîstematîk nîşan didin ku ji 4 hezar sal beriya zayînê (serdema Ubeyd û Kalkolîtîkê) heta serdemên Helenîstîk, Seleukî û Eşkaniyan jiyana civakî û aborî li vê herêmê berdewam kiriye.

Di nav vedîtinan de avahiyên rûniştinê, cihên depokirinê, kûreyên mezin, mohrên îdarî û perçeyên mîmarî yên ji kerpîçên pijandî hene.

Nadir Babekir anî ziman ku ji bo zelalkirina avahiyên binê erdê, ew di sê salên pêş de teknolojiyên pêşketî yên wekî radara bin erdê (GPR) û nexşesaziya bi dronan bi kar tînin.

Her wiha hat diyarkirin ku tevahiya berhemên saxlem li Muzexaneya Hewlêrê tên parastin û ti parçe dernakeve derveyî welat.

Ji aliyê din ve, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrê a Herêma Kurdistanê peymana xebatê ya li gel Zanîngeha Bryn Mawr a Amerîkî li gorî yasaya hejmar 5 a sala 2021an nû kir; li gorî vê biryarê, tîma zanîngehê dê di navbera salên 2027 û 2029an de xebatên xwe yên lêkolînê berdewam bike.