PeyamaKurd- Bi sedema dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê, hukumeta Îranê biryar da ku mohra xwe ya fermî li ser pasaportên kesên ku diçin Îranê nede. Berdevkê hukumeta Îranê Elî Rabî’î mijarê ragihand. Rebî’î weha got:
“Biryara me ya ku dê mohr li pasaportan neyê dayîn, di demeka kurt de, dê li hemû balafirgehên Îranê bên tetbîqkirin.”
Rebî’î piştî civîna encumena wezîran bo çapemeniyê ragihand ku dixwazin zêdetir tûrîst herin Îranê lê bi sedema dorpêçên Amerîkayê, ew tûrîstên ku diçin Îranê, Amerîka dikare bo wan jî dorpêçan deyne. Piştî vê biryarê bendene ku bêhtir ziyaretvan herin seredana Îranê û dê karibin bi rihetî geşta xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin