PeyamaKurd - Hat zanîn ku di civîna Dîlokê ya şanda Amerîkayê ya bi seroktiya Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey û şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ENKSê ji Amerîkayê xwestiye hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê nekişîne û ji bo Pêşmergeyên Roj vegerin rê li ber wan veke.
Endamê ENKSê Dr. Kanîwar Resûl derbarê wê civînê de ji televizyona K24ê re ragihandiye ku wan ji şanda Amerîkî re gotiye, “Hebûna Amerîka ya li Rojavayê Kurdistanê cihê aramiyê ye ji bo hemû aliyan û bi taybetî jî ji bo Kurdan. Hebûna Amerîka baweriyê dide xebatên herêmê û dê rê nede ku li herêmê terorîst peyda bibin. Armanca aliyan ew e ku demokrasî li herêmê çêbibe."
Herwiha şanda ENKSê di civînê de bal kişandiye ser rola Pêşmergeyên Roj û vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê ev yek jî wekî pêdiviyekê destnîşan kiriye.
Endamê ENKSê Evdilhenan Ebbas daxuyakirin, di nexşerêya Amerîkayê ya Sûriyê de Kurd jî xwedî ciheke girîng in û ev cara duyem e piştî 6 meh berê têkiliya wan bi Amerîkayê re çêdibe û got, “Li gorî nêrîna min vê carê bêhtir guhdariya me kirin. Xuya ye ku li cem wan projeyek heye. Dê di rojên pêş de ev jî eşkere bibe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin