PeyamaKurd- Ji aliyê Seroka Koma Hawirdorê ya Meclisa Îranê Sumeyye Rafiî, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku par li Îranê bi deh hezaran kesan, ji ber hewaya kirêt can dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), di daxuyaniya hat dayîn de hat eşkerekirin ku di sala 2021an de li wêlêt 41 hezar û 700 kesan ji ber hewaya kirêt can dane û Sumeyye Rafiî rexne li Wezareta Pîşesazî, Meden û Bazirganiyê kiriye ku standart ji Euro 6an, daxistine Euro 5an û zerarên vê yekê haniye zimên.
Her wiha hat diyarkirin ku Raifî bertek nîşan daye ku ev pêşniyaza wezaretê bêyî ku ji kirariyên fermî derbas bibe, di Civata Wezîran de hatiye qebûlkirin û diyar kir ku ev yek li dijî Yasaya Hewaya Paqij e.
Di aneyên ku ji aliyê Sumeyye Rafiî ve hatin parvekirin de ku spartiyên li gorî Rapora Cîhanê ne, ev 41 hezar û 700 kes, ji ber madeyên partîkulên biçûk ên ji ber 2,5 mikroyên li hewayê hilawêstî dimînin, canên xwe ji dest dane û eşkere kir ku zerara ku ji ber hewaya kirêt li welêt dibe, salane digihîje 7 an 11 milyar dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin