Îsraîlê nûnertiyên dîplomatîk ên Tirkiyê girtin

Îsraîlê nûnertiyên dîplomatîk ên Tirkiyê girtin

PeyamaKurd – Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqerê ragihand ku Îsraîlê nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên Tirkiyê girtin.

Piştî pêşniyar qanûnên bo sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de, li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê di dengdanê de hatin pejirandin, Balyozxaneya Îsraîlê jî ragihand ku wan nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên Tirkiyê girtine. Balyozxaneyê girtina nûnertiyên dîplomatîk bi biryareke wezareta darayî ya Tirkiyê ve girêda.

Biryara girtina nûnertiyên dîplomatîk ên Îsraîlê di çarçoveya protokola 21ê Tîrmeha 2019an Wezareta Darayî ya Îsraîlê ku ji ber helwesta Tirkiyê yekalî ziyanê digihîne têkiliyên wan de hatiye wergirtin ku tê gotin, ji me re ji bilî vê biryarê çareyeke din nehatiye hiştin.

Di ragihandina balyozxaneyê de hat diyarkirin ku ew êdî nikarin xizmeta konsolosiyê bidin û dê balyozxane jî ketin û derketinê re girtî be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew hêvî dikin krîz li demek nêzîk çareser bike û ji bo wê biryarê lêborîn hat xwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin