11 jin û 30 zarokên Kampa Holê bûne sedema krîzê li Fînlandayê

11 jin û 30 zarokên Kampa Holê bûne sedema krîzê li Fînlandayê

PeyamaKurd - Li Kampa Holê 11 jin û 30 zarokên hemwelatiyên Fînlandayê dimînin ku ji bo wergirtina wan di nav hikumeta Fînlandayê krîz derketiye.

Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Fînlandiyayê Yle, 21ê Mijdarê belgeyek belav kiribû ku tê de tê diyarkirin ku wê jin û zarokên DAÎŞê li Hewlêrê bi balafireke taybet bibin Fînlandayê.

Lê Wezîrê Fînansê Katrî Kûlmînî diyar kiriye ku ji ber krîza ewlehiyê divê jinan wernegirin.

Demokratên Xirîstiyan, Niha Tevger û Partiya Civaka Neteweyî ya Fînlandî jî fikrekî hevpar belav kirin û xwestin ev mijar li parlementoyê were nîqaşkirin.

Serokê Partiya Fînlandiyên Rastîn Jûssî Halla Aho li ser mijarê gotiye, eger ev jin û zarok herin Fînlandayê wê xebatên xwe yên terorê bidomînin û divê anîna wan ne di bin berpirsiyariya Fînlandayê de be.

Serokwezîr Sanna Marîn jî diyar kiribû ku ji bo anîna jin û zarokên DAIŞî ti biryareke hikumetê nîne.

Hevseroka komîteya derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî hefteya borî daxuyaniyek dabû ajansa Yleyê û gotibû, ew qebûl nakin dê û zarok ji hev bên qetandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin