PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bi sponsoriya Rûdawê, konaferansa salane ya Herêma Kurdistanê û Konferansa Bazirganiyê ya Amerîkayê kete roja duyê ku dewam dike. Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê û hem berpirsê ji Rojhilata Nêz, Joey Hood tevlî konferansê bû û ragihand ku Herêma Kurdistanê di Iraqê de bo bazirganiyê herêmekî bi ewleye û weha dewam kir:
“Wê Amerîka bi Herêma Kurdistanê re bo pêşdebirina bazirganiyê nêz bixebite. Amerîka bo xurtkirina aboriya heyî, wê bi Herêma Kurdistanê re weka alîkar bixebite. Em bawerin ku Herêma Kurdistanê di Iraqê de herêma herî bi ewleye. Divê di pêşdebirina têkiliyan de em bihêvî bin.”
Hood, her weha behsa xebata hevpar ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir û weha got:
“Bo geşkirina aboriyê divê em baş bixebitin. Em li Iraqê leqayê zor û zahmetiyan tên. Em hêvî dikin Iraq di vê mijarê de reforman bike. Di têkiliyên bazirganiyê de dezge û sazî, di çûn û hatinan de hêsanî çêbike. Li temamê noqteyên kontrolan de, îzna trafîkê bê dayîn. Ev bo pêvajoya bazirganiyê pirsgirêkan peyda dike.
Her çendîn li Herêma Kurdistanê hal cuda be û memûr di ewlehiyê de bin jî, li Herêma Kurdistanê karên rûtîn hene û ew jî kar hêdî dikin.”
Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî balê kişand ser karên burokratîk yên rûtîn û got:
“Em ê bixebitin da karên rûtîn kêm bikin û lez bidin xebatê. Hukumeta Herêma Kurdistanê dikare van karên daîmî kêm bike û aboriyê bilez bipêş bixe. Bi vî awayî dikare bo xelkê bêhtir kar bike. Em li ser vê pêvajoyê xebitîn û me dest bi xebata xwe kir.
Bo em aboriya Kurdistanê bipêş bixin, divê em der û doreka baş ji xwe re çêbikin. Bo aboriya xwe rakin ser piya, divê em veberhêneran teşwîq bikin û reqabetê bipêş bixin. Em dixebitin ku cûreyên sehayên aboriyê zêde bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin