PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê serbazekî Kurd ji ber guvaşa îstixbarata artêşa Îranê întihar kir û jiyana xwe ji dest da.
Dezgeha Hengaw ya mafên mirovan ragihand, doh li Seqizê serbazekî kurd bi navê Rêbwar Sabirî li cihê ku serbazî dikir, xwe kuşt. Hegawê li ser awayê xwekuştina wî serbazî agahî nedan.
Hat diyarkirin ku wî serbazê kurd ji ber guvaşa îstixbarata artêşê xwe kuştiye, çimkî gelek caran ji aliyê îstixbarata artêşa Îranê ve rastî lêpirsîn û guvaşê hatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin