PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya artêşa tirk û komên çekdar de ye, li dijî xaleke leşkerî ya artêşa tirk êrîşeke bombeyî hat kirin.
Li gorî ragihandina Walîtiya Rihayê di encama êrîşa ku ji aliyê YPGê hatiye kirin de, 2 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Walîtiyê da xuyakirin ku dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya artêşa tirk bombe hatiye teqandin ku di encamê de 2 kes ji hêzên ewlekariya herêmî hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin