Pompeo bi zêditirî 570 hezar dolaran li FOX Newsê dest bi kar kir

Pompeo bi zêditirî 570 hezar dolaran li FOX Newsê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê serdema Donald Trump, Mike Pompeo karekî nû ji xwe re dîtiye û biryare di demeke nêzîk de li televizyona FOX News a Amerîkî wekî şîrovekar dest bi kar bike.

 Berpirsa Giştî ya Fox Newsê Suzanne Scott ragihandiye ku Pompeo wekî şîrovekarê siyasî dest bi kar dike. Hat zanîn ku wê Pompeo ji bo vî karê xwe salane zêdetirî 570 hezar dolaran bistîne.

Tê çaverêkirin Pompea îro 9ê Nîsanê beşdarî yekem bernameya Fox Newsê ya bi navê "Fox & Friends" bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin