Goranê namzedê xwe yê cîgirê serok eskere kir

Goranê namzedê xwe yê cîgirê serok eskere kir

PeyamaKurd - Parlementerê Tevgera Goranê Celal Mihemed Emîn navê kesê ku Goran dixwaze bibe cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Parlementerê Goranê Celal Mihemed Emîn ji medya Kurdistanê re ragihand ku kesê dixwaze bibe Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ji pişka Goranê Mistefa Seyîd Qadir e.

Emîn got ku dê Goran sibe navê namzedê xwe yê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê eşkere bike û radestî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.

Hêjayî bîrxistinê ye Mistefa Seyîd Qadir di kabîneya heştem ya hikûmeta Kurdistanê de jî wezîrê Pêşmerge bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin