PeyamaKurd - Birêveberê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulrehman Apo da xuyakirin, çareseriyek li cem Fransa heye ji bo rewşa Sûriyê û di pêşerojê de dê berhema wê bê dîtin. Herwiha dibêje, li gorî pilana welatên mezin îsal dê Navçeya Aram ava bibe û Pêşmergeyên Roj dê roleke sereke di parastina wê navçeyê de bibînin.
Ebdulrehman Apo ragihand: “Avakirina Navçeya Aram li Sûriyê nêzîk bûye, lê dema wê bi dirûstî nexuya ye, ku li ser pêşniyara Fransa û bi razîbûna Amerîka Navçeya Aram tê diyarkirin. Ew hêzên ku li ser erdê dê rewşê kontrol bikin dê hêzên Kurdî bin, bi taybetî jî hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Leşkerê Roj tê naskirin.”
Apo ji Kdp.İnfoyê re wiha gotiye: “Em her ji serî de ligel pêşniyara avakirina Navçeya Aram bûne li Sûriyê. Herwiha em dixwazin hemû Rojavayê Kurdistanê bikeve çarçoveya Navçeya Aram de, ji Dêrik û Şedadê heya bighê Efrînê. Me ev daxwaz gihandiye welatên mezin jî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin