Dinya ma li cî Esed bipês dikeve

Dinya ma li cî Esed bipês dikeve

PeyamaKurd - Rejîma Esed û alîgirên wî ji bo kontrolkirina herêmên li bakurê Humsê ku di bin dorpêçiya wan de ye, operasyon dan dest pê kirin.

Hat ragihandin ku Rejima Esed û aligirên wî piştî kontrolkirina navçeya Xûtaya Rojhilatê, niha jî ji bo hildana herêmên bajarê Humsê ya ku dorpeç kirine hewl didin.

Di demeke ku bala dinyayê li ser operasyona dijê Sûriyê ye ku Amerîka, Ingîltere û Fransa êrîş biribûne ser,  Hêzên rejimê bi balafir, top û roketan ve êrîşî ser gundên Tîrmal, Deyr Ful, Muşrefiye, Zarafaniy û kempa Malukeyê, Telbîs û Rastaya navçeyên ku dikevine aliyê bakurê Humsê kir.

Li gor agahiyên ji Humsê hat hildan, hêzên rejîmê di 3 rojên dawîn de gundên Wadî el Xubiye, Wadî el Qurbat, Ardul Casiye, Ard Kebîr eş Şeyxa, Zahrat Cebabî û Zahrat Cesiye bi dest xistin.

Li bakurê Humsê bi qederê 200-250 hezar sivîl ev 5 sal in ku di bin dorpêçiya eskerên rejimê da ne.

Rejimê hefteya borî piştî êrîşên tundî û dorpeçkirineke ku nêzî 5 salan e dewam dikir, Xûteya Rojhilat a ser Şamê bi dest xistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin