Sala 2021 ê, “Sala Çandê ya Qatar-Amerîkayê” hat ragihandin

Sala 2021 ê, “Sala Çandê ya Qatar-Amerîkayê” hat ragihandin

PeyamaKurd- Civîna Qatar û Amerîkayê ya Diyalogê ya 3 yem ya stratejîk li Washingtonê hat kirin. Di civînê de sala 2021 ê weka sala çandê ya Qatar-Amerîkayê hat qebûlkirin û peymanekî lihevkirinê îmzakirin ku di navbera her dû dewletan de hevkariya çandê û perwerdê zêdetir bikin.

Di civînê de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani û rêvebirên din hebûn. Pompeo ragihand ku her diçe têkiliyên navbera her dû dewletan xurt dibe rola Qatarê ya di çareseriya ewlekariya herêmê de weka hevkarekî girîng bilêv kir.

Pompeo got ku Îsraîl û Îmarat wê sibê li Koşka Sipî peymana xwe îmze bikin û weha dewam kir:

“Em hêvîdarin di Rojhilata Navîn de dewletên din jî bizanibin eger têkiliyên wan bi Îsraîlê re hebin, wê çendîn fêdeya wan hebe. Di vê pêvajoyê de Qatar bo aramiya Şerîda Xezzayê çendîn xebitiye. Hem para Qatarê ya zêde di kêmkirina arîşeyên li Sûriyê û Lubnanê de gelek heye. Bo arîşeya krîza Kendavê wexta çareseriyê hatiye û derbas dibe. Em dixwazin bibînin ew dewletên ku li ser Qatarê sînoran girtine û pêş li seferên hewayî girtine, wan pêşlêgirtinan rakin.”

Wezîrê karên derve yê Qatarê El Sanî razîbûna xwe diyar kir û bexteweriya xwe bo têkiliyên navbera Qatarê û Amerîkayê anî ziman. El Sanî weha got:

“Qatar, Amerîkayê ne tenha weka hevkarekî lê jê wêdetir weka muttefîk û dost dibîne. Bawer dikim ku têkiliyên me ne tenê di warê leşkerî û siyasî de lê di warê perwerdê, çand û sehayên din de wê bipêş bikeve. Di hevakariyê de mînaka herî baş hewlên çareseriya navbera Afxanistanê û Talîbanê ye. Em ê hewlên xwe her dewam bikin.”

Di civînê de wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin û wezîrê darayî yê Qatarê Ali Sharif al-Emadî bo zêdekirina têkiliyên aborî û bazirganiyê peymanekî îmze kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin