PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û rejîma Sûriyê li ser berfirehkirina baregeha Hmeymim a li Laziqiyê li hev kirine û protokolek îmze kirine.
Li gorî zanyariyan protokola bo baregeha Hmeymimê 21ê Tîrmehê ji aliyê rejîmê ve û 30yê Tîrmehê jî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îmzekirin ku li gorî protokolê qadên baregehê yên bejahî û deryayî têne berfirehkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku wê navendeke tenduristiyê jî di baregehê de cî bigire ku Sûriye bê berdel ji Rûsyayê re terxan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin