PeyamaKurd- Di rêzefîlma dewleta Misrê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wekî piştgirê terorê hat nîşandan.
Rêzefîlma bi navê “Ebu Umer El-Misriyye” beriya niha di navbera Misr û Sûdanê de bûbû sebeba krîzeke mezin. Vê carê jî wilo xuya ye ku di navbera Tirkiyê û Misrê de wê bibe sebeba krîzekê. Lewra vê carê jî rêzefîlmê, dewleta Tirkiyê û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan xiste hedefa xwe de.
Di xeleka duh êvarê de, sahneyek hate weşandin ku têde Tirkiye û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan pişgiriyê dide terorîstan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin