PeyamaKurd – Metirsî û belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêla duyem a zêdebûna tûşbûyan re berdewam dike.
Li Iraqê di nav 24 demjimêrên borî de hejmara herî zêde ya pêketiyên koronayê hatin tomarkirin ku piraniya wan jî li bajarê Bexdayê ne.
Li Herêma Kurdistanê jî bajarê Silêmaniyê di bin metirsiyeke zêde ya koronayê de ye ku herî dawî 2 kesan ji wê nexweşiyê can da.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di nav 24 demjimêrên borî de, tenê li Silêmaniyê 77 û li Hewlêrê jî 12 tûşbûyên nû yên koronayê hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristiya Iraqê jî ragihand, di 24 demijmêrên borî de nêzîkî 10 hezar pişkinînên korona hatine kirin; di encamê de Hezar û 6 tûşbûyên nû yên korona derketine ku piraniya wan li bajarê Bexdayê ne.
Herwiha 24 demjmêrên borî de li seranser Iraqê 14 kesên din can dane û 253 kes jî baş bûne.
Li seranserê Iraqê heta niha 9 hezar û 846 kes bi korona ketine û 285 kesan can daye û 4 hezar û 537 kes jî baş bûne.
Bi wefata du nexweşên din re hejmara miriyên koronayê bû 18 kes
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin