DAISê li Gulale û Neftxanê êrîs kir: Kustî û birîndar hene

DAISê li Gulale û Neftxanê êrîs kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - DAIŞê li herdu bajarokên Gulale û Neftxane yên ser bi qezaya Xaneqînê ve êrîş pêk anîn û di wan êrîşan de kuştî û birîndarên hêzên Iraqî hene.

Rayedarên Îstixbarata Hêzên Pêşmerge li Gulaleyê, Muqedem Ehmed Mistefa ragihand: DAIŞê bi hawenan êrîşî gundê Subeydih ê ser bi bajarokê Gulaleyê ve kir û paşê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de şer derket.

Ehmed Misefa got, li navçeyê bombek bi hêzên Iraqî de teqiyaye û bi wê sedemê serbazekî Iraqî jiyan xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wî rayedarê Hêzên Pêşmerge herweha diyar kir, her şeva borîli gundê Baxçe yê ser bi bajarokê Neftxaneyê ve jî bombek bi hêzên Heşda Şeibî de teqiyaye û di encamê de 2 çekdarên Heşda Şeibiyê hatine kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn. Her bi gotina wî berpirsê Hêzên Pêşmerge, li bajarokê Îmam Weys ê ser bi parêzgeha Diyaleyê ve DAIŞê ji sê aliyan ve êrîşî artêşa Iraqê kiriye.

Ew yek di demekê de ye, ku êvara roja înê 29ê Mijdarê çekdarên DAIŞê êrîşî bajarokê Guleco yê ser bi qezaya Kifriyê ve kirin û piştî şer û pevçûnên li gel asayişa vî bajarokî, Rêveberê Alîkar ê Asayişa Guleco û du karmendên asayişê canê xwe ji dest dabûn.

Xaneqîn navçeyeke Kurdistanî ye ku dikeve derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û yek ji navçeyên nakokîdar ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, ku divê li gor madeya 140 a destûra Iraqê, çarenûsawê navçeyê weke navçeyên din ên nakokîdar bi referandumê bê diyarkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin