PeyamaKurd – Li bajarê Bakurê Kurdistanê, ji ber mercên nexweş ên zivistanê û barîna zêde ya berfê rêyên bi qasî 2 hezar û 30 gund û niştîngehan hatin girtin.
Li gorî zanyariyan li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê rêya 2 hezar û 30 gund û mezrayan hatiye girtin.
Hat zanîn ku 641 gund li Sêwazê, 269 gund li Xarpêtê, 7 gund li Şirnexê, 25 gund li Mêrdînê, 4 gund û 3 mezra li Sêrtê, 159 gund li Wanê, 197 gund li Mûşê, 90 gund li Bedlîsê, 66 gund û 147 mezra li Colemêrgê, 250 gund li Dêrsimê û rêyên 232 gundan jî li bajarê Agriyê hatine girtin û çûnûhatina navbera wan asteng bûye.
Xebatên bo vekirina wan rêyan di nav mercên zehmet ên rewşa xirab a hewayê de berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin