PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 2 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê can dan û 33 kesên din bi vîrusê ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên borî de mêrekî li Qamişlo û jinekê li Şehbayê bi Koronayê can dane.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, ji do de 33 kesên din jî bi vîrusê ketine, 20 ji wan mêr û 13 jî jin in. Herwiha da zanîn, 5 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 7064 kesan. Ji wan kesan, 197 kesan can dane û 1037 kes baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin