PeyamaKurd- Talîban Li Afganîstanê li wîlayeta Sari Pulê êrîşî qereqola polîsan kir. Di encama êrîşê de 6 polîs hatin kuştin.
Rêvebirê Ewlehiyê yê Sari Pulê Esedullah Habîbî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku encamên rêxistinê li gundê Saîd Abadê bi çekên giran êrîşî qereqolekê kirine. Habîbî got ku di vê êrîşê de 6 polîs hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Piştî bûyerê, yekîneyên hêzên ewlehiyê derbasî herêmê bûne û endamên rêxistinê jî, bi paş de vikişiyane.
Di vê mijarê de Talîbanê jî daxuyaniyek da û got ku qereqol ketiye bin qontrola wan de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin