Du mosek li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ketin

Du mosek li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ketin

PeyamaKurd – Duh bi şev 2 moşek li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ketin û tu zirar û ziyanên madî û canî çênebûn.

Şaneya Ragehandina Şerî ragehand ku şeva burî 2 mûşekên cureya wan Katyuşa li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ketin lê ji ber ew moşek li devereke vala ketin û  tu zirar û ziyan çênebûn.

Ev di demekê de ye, hê di vê hefteyê de, şeva 08.12.2019 bi sedema çar moşekan li Balafirxaneya Bexdayê 6 kes birîndar bibûn.

Di demên borî çend carên din moşek arasteya Devera Kesik û Balafirxaneya Nêvdewletî ya Bexdayê hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin