Mesrûr Barzanî pêswazî li balyozê Japonyayê yê kir

Mesrûr Barzanî pêswazî li balyozê Japonyayê yê kir

PeyamaKurd- Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li pêşwazî li balyozê Japonyayê yê Iraqê Nafumi Haşimoto kir.

Di hevdîtinê de konsolê giştî yê Japonya li Hewlêrê jî amade bû, piştre pêşketinên dawiyê yên li navçeyê û berfireh kirina peyvendiyan û derfeta berhemanînê li herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Japonyayê kir, ji ber alîkariyên wan ên dema borî pêşkeşî herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve balyozê Japonyayê jî hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî xwest, ku dê bibe serokê kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê. Herwaha amadebûna welatê xwe nîşanda bo pêşkeşiya alîkariyan û beşdarbûna di pêşxistina bingehê herêma Kurdistanê yên cuda de.

Di beşeke din ê hevdîtinê de guftûgo derbarê rola şîrketên Japon ên di warên avakirinê de û pêşxistinê de hate gotûbêj kirin ku herêma Kurdistanê xwedî jîngeyekî dest dide bo berhemanîna gelek aliyan de.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin