PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo beşdariya lutkeya sêqolî ya formata Astana derbarê krîza Sûriyê de, gihîş paytexta Tirkiye Enqerê.
Rûhanî sibe beşdarî civîna Sûriyê dibe ku di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de birêve diçe.
Tê çaverêkirin Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî ji bo civîna ku Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan mazûvaniyê dike, serdana Enqereyê bike.
Serokomariya Tirkiyê derbarî civînê de ragihand ku dê di serî de rewşa Idlibê û geşedanên giştî yên Sûriyê werin gotûbêjkirin û gavên hevbeş ên Moskow, Tehran û Enqerê bên nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin