ENKS: PKK astengiyê derdixe li hember rêkeftina me bi TEV-DEMê re

ENKS: PKK astengiyê derdixe li hember rêkeftina me bi TEV-DEMê re

PeyamaKurd Li ser danûstandinên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û TEV-DEMê, serokê ENKSê dibêje, PKK nahêle em û TEV-DEM bigihên rêkeftinê.

Li gor serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera fermî ya PDKê re diyar kir, danûstandinên ENKS û TEV-DEMê didomin. Gavên baş hatine avêtin, lê PKKê astengiyê derdixe.

Herwiha Siûd Mela destnîşan kir, yek ji şertên ENKSê ew e ku nabe PKK destê xwe têxe nav karûbarên Rojava. Ji ber wê jî PKK niha dixwaze li pêşiya rêkeftina herdu aliyan bibe asteng, ji ber ku eger ENKS û TEV-DEM li hev bikin wê çaxê tu rola PKKê li wir namîne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin