PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 70 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û du kes jî mirine.
Di daxuyaniya îro Duşemê ya Wezareta Tunduristiyê da hat eşkerekirin ku di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 24 kes li Hewlêrê, 20 kes li Silêmaniyê, 23 kes li Duhokê û 2 kes jî li Germiyanê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesan li Hewlêr û Silêmaniyê wefat kiriye û 105 kes jî baş bûne.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 106527 pêketiyên vîrusa koronayê hatiye tomarkirin, 3489 kes ji wan wefat kirine û 101692 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin