PeyamaKurd - Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihand ku artêşa Tirkiyê bi sedan tank, wesayîtên veguhastina leşkeran û hêzên taybet ber bi parêzgeha Idlibê şandine da ku şerê hêzên rejîma Sûriyê bikin.
Bloombergê da xuyakirin, ev amadekariyên zêde yên ku di dawiya vê hefteyê de pêk hatine, ji topavêjên Howitzer, topavêjên moşekan, ambulans û wesayîtên cebilxaneyan pêk tên û li herêmê hatine belavkirin.
Li aliyê din nûçeyên rûbirûbûna hêzên rejîma Sûriyê û artêşa Tirkiyê û komên çekdar tên ku herdu alî jî li herêma Idlibê êrîşî hev dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin