Bi sedan kes li pês Balyozxaneya Tirkiyê dest bi xwepêsandanê kirin

Bi sedan kes li pês Balyozxaneya Tirkiyê dest bi xwepêsandanê kirin

PeyamaKurd – Li Bexdayê li ser daxwaza hejmarek ji rêxistin û aliyên siyasî, îro bi sedan kes li pêş Balyozxaneya Tirkiyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Artêşa Tirkiyê do bi topan êrîşî gundê Perexê yê Zaxoyê kir û di encamê de 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatin kuştin û 23 geştiyar jî birîndar bûn. Wek karvedan li ser vê topbaranê, çalakvanan li tora civakî banga xwepêşandanên berfireh li dijî Tirkiyê kirin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Iraqê belav kir, xwepêşandanê li pêş Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê destpê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin