SANY li Tirkiyê dest bi hilberîna TIR an yên bi eleklttrîkê dixebitin kir

SANY li Tirkiyê dest bi hilberîna TIR an yên bi eleklttrîkê dixebitin kir

PeyamaKurd – Yek ji şîrketên pêşhatîyê dinyayê SANY ya ku navenda wê Çîne, li Tirkiyê dest bi hilberîna erebeyan kir. Treylera ku ji aliyê şîrketa Grûba Tokgöz FMT de li Ankara tê hilberîn, batarya wê 636 kWh e û bi temamî bi elektrîkê dixebite. Bi yek carekî şarjê dikare 500 km rê here ku ev jî gelek baş e.

SANY, niha bi fermî li Tirkiyê dest bi hilberîna xwe kir. Treylera ku hildiberîne, li Ankara ji aliyê grûba Tokgöz de bi hevkarî bi şîrketa FMT (Future Motion Truck) re li Ankara li fabrîka ava kirine de, dest bi montaj û hilberîna wê kirin.

Di meha Êlûnê de dê hilberîna wê bi cîh were û bi taybetî di rêya dirêj de, di barhilgirtina baran de û di serfa elektrîkê de gelek başe ji ber mesrefa wê kême.

Xweşkêşa şîrketa SANY-FMT ê ya bi elekltrîkê dixebite, bi sîstema xwe ya bataryayê niha li pêşe. Li gor doneyên şîrketê; di şertên rêyên niha yên Tirkiyê de, dê karibe bi şarja yek carî 500 km here. TIR, di nav 30 deqeyan de mirov dikare şarja wê ji %20an derxe %80yan.

FMT li Ankara li Sincanê fabrika xwe daniye. Perçên TIRan ji nava welat û derveyê welat tên temînkirin û dê hilberîna xwe bike. Di projê de niha salane hilberîna 2500 Treyleran heye.