Fly Erbil: “Seferên me di ser Tirkiyê de destpêkirin”

Fly Erbil: “Seferên me di ser Tirkiyê de destpêkirin”

PeyamaKurd – Şîrketa Fly Erbil ya rêyên hewayî ji bo rêwiyên dixwazin ji Herêma Kurdistanê herin Ewrûpa û yên dixwazin herin Herêma Kurdistanê, bo wan rêwiyan di ser Tirkiyê de dest bi seferên balafiran kir.

Şîrket, balafirgeha Şirnexê kir navenda xwe û seferên ewilî kir jî. Şîrket ji rayedarên Tirkiyê îzna taybet sitend û ragihand ku seferên wan ji bo Ewrûpayê destpêkirine.

Rêvebirê giştî yê şîrketa Fly Erbilê Lewend Mamundi ragihand ku ew îzna ji Tirkiyê çareser kirine û dewam kir:

“Ji Kurdistanê û ji şîrketên Iraqê şîrketa me tenê îznê sitendiye. Ji bo welatiyên xwe yên li Ewrûpayê bînin Kurdistanê û yên dixwazin ji vê derê herin Ewrûpayê, ji bo em wan bigihînin ciyên wan, em balafirgeha Şirnexê weka pirekî bikartînin.”

Mamundi, li ser sefera roja Yekşemê weha ragihand:

“Îro balafirekî me ji balafirgeha Şirnexê rabû û çû balafirgeha Düsseldorf a Almanya. Ji Düsseldorfê jî balafirekî me rabû û giha Şirnexê. Di her dû seferên me de ji 300an zêdetir rêwî hebûn.”

Sefera bê wê di roja În a 6ê Adarê be.