PeyamaKurd – Lîsitikvanê navdar ê fîlmên aksîyonê Jackie Chan ragihand ku ku ew amade ye ji bo dîtina panzehîra vîrusa koronayê her tiştî bike û diyar kir ku ew dê milyonek Yuan bide kesên ku panzehîra korona virusê bibîne.
Jackie Chan, di daxuyaniya xwe de got, “Kîjan kes an jî sazî panzehîra korona virusê bibîne ferq nake. Eger panzehîra korona virusê were peydakirin, ez dê spasdarê wan bim û milyonek Yuan bidim wan. Ez naxwazim kolanên ku berê tije û şên bûn vala bibînim. Ez dixwazim hemwelatiyên me zewqekê ji jiyanê wergirin ne ku bi nexweşiyekê bêzar bibin.”
Chan, ragihand ku zanist kilîla serkeftinê ye û got, “Ez bawer im gelek kes wekî min difikirin. Ez hêvî dikim ku rojekê berî rojekê panzehîra vê nexweşiyê were peydekirin.”
Ji aliyê din ve, hêjayî gotinê ye ku ji ber tevdîrên tendirustiyê li Çînê salonên sînemayê girtî ne û lewma jî fîlmê dawî yên Jackie Chan bi navê Vanguard neket vîzyonê ango nehat nişandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin