Îran: Em hewlên ku dixwazin êrîsa Hewlêrê bixin stûyê me red dikin!

Îran: Em hewlên ku dixwazin êrîsa Hewlêrê bixin stûyê me red dikin!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê li ser êrîşa şeva borî ya moşekî bi ser Hewlêrê de ragihand ku ti pêwendiyeke wan pê ve nîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, îro 16ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de got ku ti pêwendiyeke Îranê bi êrîşa moşekî ya şeva borî ya Hewlêrê ve nîne û diyar kir, ewlehiya Iraqê ji welatên cîran û navçeyê bi giştî re girîng e..

Seîd Xetîbzade herwiha da xuyakirin, ‘Em tevahiya wan hewlên ku dixwazin wê êrîşê bavêjin stûyê Îranê, red dikin.’

Xetîbzade bang li hikûmeta Iraqê jî kiriye, lêkolînê li ser wê êrîşê bikin û êrîşkaran jî bibînin.

Piştî êrîşa moşekî ya Hewlêrê, komeke bi navê ‘Seraya Ewliyaa El-Dem’ li ser medya civakî êrîşa li dijî baregeha Amerîkayê li Hewlêrê û ser sivîlan li girtibû ser xwe û gotibû, wan “dagirkeriya Amerîkayê” li Iraqê kiriye armanc û derbarê êrîşê de jî ti agahîyên din nehatibûn dayîn.

Hêjayî gotinê ye, li Iraqê gelek komên alîgirên Îranê hene ku bi navên cuda xwe nîşan didin û gefan li serweriya Herêma Kurdistanê û hêzên Amerîkayê dixwin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin