PeyamaKurd - Cîgirseroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku HDP wê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibe û wiha pê da çû: "Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartina 24ê hezîranê bibin lê ew ê tenê namzedê HDPyê nebe."
Beştaşê di civîna çapemeniyê ya li Meclisê da diyar kir: "Wan bi vê biryara hilbijartinê va tirsên xwe, qurûfînên xwe û tengazeriyên xwe bi eşkere raxistin pêş çavan. Ev hilbijartin wê dawiyê li AKP û MHPyê bîne. Di 24ê hezîranê da wê bersiveke mezin bidin wan."
Beştaşê piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran, bersivand û destnîşan kir, ku îro civînên wan hebûn û di mijara kişfkirina namzedê serokomariyê da têkilî û nîqaşên xwe didomînin û wiha dewam kir: "Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartina 24ê hezîranê bibin lê ew ê tenê namzedê HDPyê nebe. Ji kesên tên pêşniyazkirin yek jî Demirtaş e lê em ê di rojên pêş me da namzedê xwe bi raya giştî ra parve bikin."
Beştaşê pirsa 'gelo HDP namzediya Meral Akşener a Seroka Giştî ya ÎYÎ partiyê çawa dinirxîne' jî bersivand û got: "Di partiya me da bi tenê Meralek heye ew jî ez im. Di rojeva me da Meraleka din tuneye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin