Ji Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Qiyametê

Ji Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Qiyametê

PeyamaKurd - Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Qiyamet ya Mesîhiyan û serê sala Babilî û Aşûriyan dike.

Serok Barzanî peyamek ji bo pîrozbahiya Cejna Qiyamet ya Mesîhiyan û serê sala Babilî û Aşûriyan belav kir. Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Qiyamet ya xuşk û birayên Mesîhiyan û serê sala Babilî û Aşûrîyan bi tevahî li jêrê ye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyamet û serê salê Babilî û Aşûrî germtirîn pîrozbahiya xwe pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema pêkhatina birayetî û tebayî û aramî û teror û tundiyê têkbişkê. Her wiha dawî bi êşên xuşk û birayên Mesîhiyan û pêkhatên din li Iraq û navçeyê da bê û hemû aliyek bi aştî û azadî li gel hevdû da bijîn.
Cejna we pîroz bê û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin