Amerîka: “Balafir ya me ye lê nehatiye xistin”

Amerîka: “Balafir ya me ye lê nehatiye xistin”

PeyamaKurd- Balafira ku li Afxanistane ketibû derket ku ya Amerîkayê ya artêşê ye. Talîbanê gotibû ku wan balafirê xistiye lê Amerîka mijarê derew derdixe û dibêje ku ti nîşane tineye ku balafir hatiye xistin. Balafir li bajarê Afxanistanê li Gazneyê ketibû û ya hêzên hewayî ya Artêşa Amerîkayê bû. Berdevkê hêzên hewayî yê Artêşa Amerîkayê albay Sonny Leggett di ser hesabê xwe yê Twitterê de dibêje ku balafir li Afxanistanê, Amerîka bo çêvdêriyê bikardianî û tîpa E-11 ya bombardimanê ye û weha dewam dike:

“Dema em lêpirsîna sedema ketina balafirê dikin, ti îşaret tine ku balafir bi destê dijmin ketiye. Gotinên Talîbanê ku dibêje wan balafireka dinê xistiye, ne rast e.”

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd gotibû ku balafir ji aliyê Talîbane de hatiye xistin û ajanên CIA yê yên ku di balafirê de bûn, tev mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin