PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya hunermendê Kurd Selam Koyî, peyamek sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe da zanîn: “Ez xemgîn bûm bi bihîstina nûçeya koça dawî ya hunermendê naskirî yê Kurdistanê Selam Koyî. Wî gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye.”
Di berdewamiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî ji bo malbata Selam Koyî destnîşan dike: “Ez sersaxiyê didim we û xwe şirîkê xema we dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin