PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li ser derziya Kovid-19 ê û pêvajoya pandemiyê ragihand ku kesên derziya Kovid-19 ê li xwe dabin, jiyana wan di xeterê de nîne. Berzencî bo K24 ê got ku li gor hefteyên borî halê wan xweştire û weha got:
“Li gor hefteyên borî rewşa me baştire. Çend hefte berê bi sedema pêla pandemiyê jimara mirî û pêketiyan zêde bû. Dibe ev rewşa han 2 an 3 hefteyê dinê dewam bike.
Bo kontrolkirina Kovid-19 ê rêyekî herî baş ew ku herkes derziya Kovid-19 ê li xwe bixe lê tekane rê ev nîne. Ji ber varyanta Deltayê di nav de cûreyên nû yên vîrusê dertên holê.
Kesên derziya Kovid-19 ê li xwe dabin, jiyana wan di talûkê de nîne û wexta bi nexweşînê dikevin, nexweşînê sivik derbas dikin û jiyana wan ne di xeterê de ye. Berya dibistan vebin em plan dikin ku mamosteyan aşi bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin