Serok Barzanî pêswazî li Nûrî Malikî kir: Divê hilbijartin di dema xwe de bên encamdan

Serok Barzanî pêswazî li Nûrî Malikî kir: Divê hilbijartin di dema xwe de bên encamdan

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tebaxê, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî û şanda pê re kir.

Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê, êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Di vê civînê de ronahî hate xistin li ser hilbijartinên bê yên Iraqê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo hilbijartin bibe sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî û pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan, mîsogeriya wê jî hebe ku hilbijartineke pak, azad û dadperwerane di jîngeheke aram de û dûrî li destkariyê birêve biçe, herwiha hemû alî jî rêz li encamên hilbijartinan û îradeya gel bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin