Berdevkê Talîbanê: Ti kêseya me bi Tirkiyê re nîne, em di pêwendiyê de ne!

Berdevkê Talîbanê: Ti kêseya me bi Tirkiyê re nîne, em di pêwendiyê de ne!

PeyamaKurd – Berdevkê Buroya Siyasî ya Talîbanê li Qeterê, Muhammed Naîm Vardak, ragihand ku bi Tirkiyê re ti kêşeya wan nîne û ew bi deshilatdariya Tirkiyê re di nav pêwendiyê de ne.

Vardak ji bo Tirkiyê gotiye, "Di pêwendiyên me de du mijarên girîng hene. Ya yekemîn prensîbên ola Îslamê, ya duyem jî berjwendiyên bilind ên welat û gelê me ye.”

Berdevkê Talîbanê diyar kiriye ku ew dixwazin pêwendiyên ligel Tirkiyê bipêş bixin û daye zanîn, "Tirkiye welatekî girîng e, gelê tirk misilman e û birayê me ye. Bi Tirkiyê re pêwendiyên me yên dîrokî, civakî û kulturî hene.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin