PeyamaKurd – Polîsê Leşkerî yê rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya peymana Soçî ya 2018an de, îro 26ê Tebaxê dewrîyeyeke din a hevbeş li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê gerandin.
Dewriyeya hevbeş a bi beşdariya hêzên rûsî û tirk ji deriyê Şêrik ê sînorê Bakurê Kurdistanê ku 13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê ye dest pê kir.
Dewriyeya hevbeş li gundên Şêrik, Dilik, Qermanî, Dehir El-Ereb û Kesra geriya û paşê careke din vegeriya cihê xwe yê destpêkê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin