PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya îro Pêncşemê di 24 demjimêrên borî de 1626 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 19 kes jî pê mirin.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 2234 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 286276 kesan, ya mirinan bû 5302 kes û heta niha 239295 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin