PeyamaKurd – Li Afxanistanê piştî Talîban biserket, li herêma Pencşîrê hêzên di bin serpereştiya Ahmed Mesûd de xwestin bi rêya diyalogê pirsgirêkên navbera xwe çarser bikin lê lihev nekirin. Nayê zanîn bê di navbera wan de çi axaftin hatine kirin.
Li gor nûçeyên medyayê Talîbanê bo ser Pencşîrê operasyon daye destpêkirin û li hinek deveran di navbera her dû aliyan de şer derketiye. Berê Talîbanê Pencşîrê bi sê qolan dorpêç kiribû.
Bi hêzên Ahmed Mesûd re ji artêşa berê ya Afxanistanê hêz hene û di destê wan de jî sîlihên giran hene. Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku bi lîderê Tacîk Ahmed Mesûd re muzakere dewam dikin û naxwazin şer bikin. Mucahîd weha got:
“Em şer naxwazin. Muzakere dixwazin. Eger muzakere encam nedin ji xwe Talîbanê dora Pencşîrê girtiye. Em bixwazin dikarin di demekî kurt de wê derê bixin destê xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin