Efrîn | 4 kesên din hatin revandin

Efrîn | 4 kesên din hatin revandin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 4 welatiyên Kurd li nahiyeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn: “Polîsên serbazî yên nahiyeya Raco, 4 welatiyên Kurd ji gundê Badîna girtine.”

Roja 30 Tebaxê, milîsên polîsên serbazî li Raco her yek ji Mihemed Menan Îbiş temen 45 salî, Luqman Reşîd Bekir 44 salî, Şakir Hesen Cafer 28 salî û Mihemed Zekeriya Ciro 25 salî girtine.

Her çar welatî, bi tohmeta pêwendiya wan ligel Rêveberiya berê hatine girtin, lê daxwaza fidiyeyê li wan hatiye kirin.

Piştî wergirtina hezar 500 Lîreyên Tirkî ji welatî Mihemed Menan Îbiş, ew hatiye azadkirin, lê hîna hersê welatiyên din girtî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin