PeyamaKurd - Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser dabînkirina 250 milyon dolaran ji aliyê Saziya Geşepêdana Navdewletî ya Aborî ya Amerîkî bo berfirehkirina kelgeha Kor Morê ji bo hilberandina gaza paqij daxuyaniyek belav kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Konsulxoneya Amerîka ya Hewlêrê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand; Amerîka kêfxweş e bi dabînkirina piştgiriya darayî ya bi qasî 250 milyon dolar ji bo projeya berfirehkirina kêlgeha gazê ya Kor Morê.
Konsulxaneyê da zanîn ku ev piştgiriya darayî ya Amerîkayê wê bibe sedema destgihiştina bi gaza sirûştî ya paqij û erzantir, ji bo berhemanîna elektrîk û warê pîşesaziyê ji bo xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê.
Konsûlxaneyê diyar kir, Amerîka pabend e bi piştevanîkirina pêşvebirin û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Ez kêfxweş im ku dibînim saziya navdewletî ya pêşxistina darayî ya hikûmeta Amerîka bi şîrketa Dana Gas re li ser pêşxistina bîra gazê ya Kor Mor li Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê û 250 milyon dolar bo wê yekê terxan kirine.”
Mesrûr Barzanî diyar kiribû; ev rêkeftin dê bibe sedema zêdebûna elektirîka erzan û pak, herwiha dê çendîn fersendên kar ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bike, da ku “em bikarin paşerojeke baştir ji bo welatê xwe ava bikin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin