Di 21 ê êlûnê de NY civîna xwe ya gistî dike

Di 21 ê êlûnê de NY civîna xwe ya gistî dike

PeyamaKurd – Serokê civîna giştî yê 75 em yê Neteweyên Yekgirtî Volkan Bozkır ragihand ku di 21 ê êlûna 2021 ê de, wê 76 em civîna giştî bikin û bende ne ku serokê 83 dewletan û serokwezîrên 55 dewletan tevlî civînê bibin. Serokatiya civîna 76 em ya NY wê ji aliyê wezîrê karên derve yê Maldîvya Abdûllah Şedîd ve bê kirin. Şedîd, ji bo serokatiya civîna 76 em hatiye hilbijartin.

Bozkır ku parlementerê Tirkiyê ye, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de li navenda NY kir. Heya niha 101 civîn û di ser 320 biryarî de qebûl hatine kirin. Bazkır got ku pandemî astengiyan dixe ser xebatên wan û li gor nexweşînê rêjeyên seredanên welatan da çapemeniyê.

Piştî serokatiya civîna giştî ya Bozkır biqede, wê dagere meclisa Tirkiyê û parlementeriya xwe dewam bike. Di dema serokatiya civîna giştî de, NY maaş nade serokê civîna giştî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin